Cara yekem e, Rûsiya fermî qala guhertina demografîk li Efrînê dike

Afrinpost

Wezareta parastinê ya Rûsî, roja Sêşemê cara yekem bi şêweyekî fermî ji dema ku Efrîn hatiye dagirkirin û bi şûn de qala guhertina demografîk li Efrînê dike.

Serokê navenda Rûsî ya lihevanînê li Sûriyê, lîwa Behrî Oleg Goraflov, dagirkeriya Tirkî bi niştecihkirina Tirkmenan li herêmên kurdan ên hatine koçberkirin, tawanbar kir ku di encamê de guhertina demografîk li wê herêmê pêk anî.

Navenda lihevanînê bal kişand ser hejmara şêniyên Efrînê yên resen û got ku bi darê zorê dewleta Tirk bêtirî 250 hezar her wiha bêtirî 135 hezar kes jî ji herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî bi neçarî koçber kirin.

Di daxuyaniya navenda lihevanînê de Oleg Goraflov diyar kir ku dagirkeriya Tirkî piraniya şêniyên Idlibê vediguhêze Efrînê da ku wan li wir bi cî bike û şêniyên kurd ên mayî jî bide koçberkirin û wiha dewam kir;

Li gorî navgînên çavdêriyê yên pêbawer ku ji wan balafirên bêpîlot û şehadeta şêniyên herêmê, proseya veguhastina şêniyên Idlibê li herêmê wiha ye:

– Bi qasî 35 hezar kes ku ew jî malbatên komên terorîst wek Heyeta Tehrîr Elşam(Cebhet Elnûsra) û partiya Îslama Turkistanî û Huras dîn derbasî Tirkiyê bûn.

– Derdorî 50 hezar kes derbasî herêma bi navê Şaxa Zeytûnê ango herêma Efrînê bûn(li gorî şêniyên Efrînê û nûçegihanên Afrinpostê hejmar pir kêm e)

–  Derdora 100 hezar kes derbasî herêmên li ser sînorê Tirkiyê bûn.

– Derdora 50 hezar kesî derbasî herêmên kontrolkirina rêjîma Sûrî bûn.

Related posts