Hêzên Rizgariya Efrînê 2 çekdar li Marihê kuştin

Afrinpost

Hêzên Rizgariya Efrînê roja Sêşemê têkildarî operasyonên xwe li dijî milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin ku wan 1’ê Adarê operasyonek li dijî çeperên milîsên dagirkeriya Tirkî li dorhêla bajarokê Marihê pêk anî, di encamê de 2 çekdar kuştin û çek û çebilxaneyên wan bi dest xistin û ew jî ev in; Çekek M16, depoya çeka AK-47, dûrbînek û amûrên wê, makîneyeke topografîk, kamera, nasname û cizdan

Hêzên Rizgariya Efrînê bal kişandin ser êrîşên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve û gotin ku hê topbarana bêserûber û rojane li ser gund û bajarokên Şêrawa, Şera û herêmên Şehbayê berdewam e.

Related posts