Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn, îşkencekirina şêniyên resen ên li ser erdê xwe(Efrîn) mane, di çarçoveya hewldanên koçberkirina wan û niştedagîriyê de, berdewam in.
Di vê çarçoveyê de, istixbarata dagirkeriya Tirkî welatiyê bi navê Îsmaîl Wezîro yê 65 salî ji mala wî ya li nêzîkî dibistana Reş(Silêman Elhelebî), sibeha Yekşemê 1’ê Adarê bi hinceta ku wî berê di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikir, bin çav kir.
Nûçegihan destnîşan kir ku welatî berê du caran ji aliyê milîsên “Cebha Elşamiyê” ve ku piraniya wan ji gundewarê Heleb ê bakur in, hatibû girtin.
Milîsên “Polîsên Serbazî” 1’ê Çileya borî welatiyekî kurd bi hinceta ku berê otomobîlên Rêveberiya Xweser çêdikirin, bin çav kiribûn û biribûn navenda xwe ya li dibistana amadehî ya bajêr.
Wê demê çavkaniyên taybet bo Afrinpostê ragihand ku welatî(H.D) ê 48 salî, li Efrînê hat binçavkirin.
Milîsên Îslamî revandinê weke navgînekê ji bo bidestxistina pereyan bi kar tînin. Revandin yek ji rêbazên ku milîsên Îslamî di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de derheqê sivîlên kurd de dikin. Armanc jê ew e ku şêniyên Efrînê yên mayî koçber bikin û rê li pêşiya vegera koçberên Efrînî yên li Şehbayê bigirin.