Milîsên Îslamî li Efrînê avaniyên niştecihiyê yên koçberên Efrînê difiroşin hev

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, desteserkirina mal û milkên şêniyên resen bi zora çekê û neçariyê, bi armanca bicîkirina yên ji Idlibê reviyane û qelf pey qelf derbasî Efrînê dibin, berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpost li bajarê Efrînê hat agahdarkirin ku milîsên “Ehrar Elşam” 2 avaniyên niştecihiyê yên şêniyên Efrînê yên koçber ku li herêma ewlehî ya milîsên “Ehrar Elşerqiyê”dikevin, kirîn.

Nûçegihan teqez kir ku milîsên “Ehrar Elşam” her avaniyeke niştecihiyê beramberî 3000$ kirî. Her du avanî li ser otostrada Xerbî ya bajarê Efrînê û bi taybet li dawiya rêya di pêşiya nexweşxaneya Avrîn re derbas dibe, dikevin.

Related posts