Çekdarekî Îslamî Kalemêrekî kurd li ser rêya Efrîn-Keferşîlê revand û şeland

Afrinpost-taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarekî milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn kalemêrekî kurd dema ku ji Efrînê diçû zeviyê xwe yê zeytûnan yê li ser rêya Efrîn-Keferşîlê dikeve, şeland û revand cihekî dûr.

Nûçegihan diyar kir ku welatiyê kurd Hesen Nasir(80salî) ji şêniyên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa beriya 4 rojan dema bi meşê çûbû zeviyê xwe, çekdarekî ew sekinand û ji wî xwest ku bigihîne zevî lê belê çekdar ew revand û bir cihekî dûr, çekdar ew li wir şeland, pere û her tiştê pê re bi zorê bir.

Çekdarên Îslamî yên bi navê “Ceyş Elhur an Ceyş Elwetenî” mal û milkên şêniyên Efrînê ji xwe re wek xenîmeyên şer dihesbînin her wiha dagirkeriya Tirkî jî weke xelat ji ajantiya çekdaran re, rê ji wan re vedike ku bi serbestî dizî û talaniyê li herêmê bikin.

Related posts