Afrinpost-Taybet
Ji dema ku Efrîn hatiye dagirkirin, dagirkerî û milîsên wê ve hewl didin bi rêya çekdarên xwe ve ciwanên Efrînê bi hincetên tevlîbûna wan a QSD’ê yan jî alîgirên rêveberiya xweser bûn, direvînin. Armanc jî ew e ku yên li Efrînê mane bi rêya van astengiyan bidin koçberkirin û pereyan bi dest bixin.
Di vê çarçoveyê de, hêjî çarenûsa gelek ciwanên kurd ku piştî dagirkeriya Tirkî ji Efrînê re biryar dan ku vegerin Efrînê û ji aliyê milîsên dagirkeriyê ve hatin revandin ne diyar e. Hinek ji ciwanan ev du sal in xwediyên wan ti agahiyan derbarê wan de nizanin ku dîlgirtî ne lê di zîndanên milîsan de lê di bin îşkenceya Ixwan Mislimîn de şehîd bûne.
Ziyad Xelîl Kalo ciwanekî kurd e, dayîka wî Sewlî ye ji şêniyên gundê Kurzêlê yê naçeya Şêrawa ye, ji salek û neh mehan ve çarenûsa wî ne diyar e.