Afrinpost-Taybet
Piştî ku bi darê zorê hat koçberkirin, nehişt ku şert û merc li pêşiya nasnameya wî di şêwekariyê de bibin asteng ku li ser dîwarên ew li wir dimîne, neqişên berxwedan, durişmeyên têkildarî berxwedana gelê kurd, sembolên olî yên Êzdî û Îslamî, xêz dike.
Piştî ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî Efrîn dagir kirin, ji neçarî bi sedhezaran ji şêniyên Efrînê koçber bûn. Welatiyê kurd ê bi navê Îsmet Reşîd ku bi “Ebû Corc” naskirî ye, yek ji wan koçberan bû.
Welatî Îsmet ji gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê ye. Ew di 40 saliyê de ye û niha li gundê Wehşiyê yê herêmên Şehbayê bêtirî du salan e wek hezarên koçberan dijî.
Îsmet derbarê hunerweriya xwe de wiha dibêje; min bikêrhatiya xwe ya hunerên bedew di biçûkahiya xwe de nas kir ku ew jî bi rêya tecrûbeyeke sade li ser hebeke petatê bû, dayîka min xwarin amade dikir, min bi rêya amûreke tûj li ser petatê neqiş çêkir, ji min re xuya bû ku ez dikarim şêweyan bi awayekî baş û cuda çêkim. Piştî ku min berhema yekem li ser petatan neqiş kir, bêtir meraq bi min re çêbû ku bêtir bikêrhatiya xwe bi şêweyekî berfireh derxim pêş. Bi demê re min li ser herî û dîwaran neqiş kir û peyker ji keviran çêkirin. Êdî 45 sal in ez jiyana xwe bi vê hunerê dewam dikim.
Îsmet di nava axaftina xwe de diyar dike ku yek ji balkêştirîn çalakiyên wî, neqişkirina tabloyên çerxerêya Newroz a bajarê Efrînê bû û ji bilî wê jî ji peyker û wêneyên din ên cihêreng çêkirin.
Îsmet piştî 6 mehan bi darê zorê li gel malbat û nasên xwe ve koçberî Şehbayê bû, li mala xwe û bi amûrên sade wek heriya ku bi xwe çêdikir, dest bi neqiş û xêzkirinê kir.
Hinek wêneyên xwe yên cuda li ser dîwaran wek wêneyê Kawayê Hesinkar ku guriya serkeftinê bi dest de, peykerê Zeredeşt, tabloyên folklora kurdî, Yewnanistanî, Hîsî, Romanî, Somerî, Mîdî, tabloyên efsaneweyî û yên angaştî yên pêxember Îbrahîm neqiş kirin.
Îsmet Reşîd dibêje ku neqişkirin hewesek e, pêwîstiya wê bi bêhnfirehî û afirîneriyê heye. Wî gelek pêşandan li Efrîn, Heleb û Beyrûtê vekirin.
Îsmet dibêje ku koçberiya bi zorê li pêşiya hunerweriya wî ti carî nebûye asteng û ew wek Efrînî berxwedêr in, li pêşiya siyasetên qirkirin û cudakirina pêkhateyên herêmê ji hev, têk naçin.