Di nava 2 rojan de 4 şehîd di nav de 2 jin û 2 zarok li Şêrawa ji ber topbaranê hatin kuştin

Afrinpost

Çavkaniyên ragihandinê li Şehbayê ragihandin ku ekîbên rizgariyê û Heyva Sor a Kurd karîn malbatekê ji 3 kesan ji bin kavilan li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê derxistin.

Li gorî Heyva Sor a Kurd, ji ber topbarana dagirkeriya Tirkî û çekdarên Ixwan Mislimîn ên ku bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûr/Ceyş Elhur”, welatiyê kurd bi navê Izet Hesen û hevjîna wî Fatme pev keça wan Sirûşt Hesen a 12 salî şehîd bûn.

Malbata kurdî ya ku mala wê hatiye topbarankirin, piştî dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve Efrîn dagir kir, hatin koçberkirin. Ew malbat ji gundê Birîmce yê navçeya Mabeta ye.

Topbarana malbata kurdî piştî rojekê(24’ê Sibatê) ji şehîdbûna pîrejineke kurdî ku ji ber topbarana dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn li ser gundê Kalotê yê navçeya Şêrawa tê. Di topbarana 24’ê Sibatê de jina bi navê Emûn Mensûr Umer ya 60 salî şehîd û welatî Xelîl Bekrî Umer ê 35 salî birîndar bû.

Topbarana Tirkî ya Ixwanî li ser gundewarê Efrînê, herêmên Şehbayê û navçeya Şêrawa ku ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê û rêjîma Sûrî ve tên parastin, tê dubarekirin.

Di 29’ê Çileya borî de, hêzên dagirkeriya Tirkî bajaroka Til Rifetê û herêmên Şehbayê topbaran kirin ku di encamê de zarokek şehîd bû û rakirin nexweşxaneya bajarokê Zehrayê.

Nûçegihanê Afrinpostê wê demê ragihand ku ji ber topbaranê zarokê bi navê Nadir Ehmed ê 5 salî şehîd bû û zarokek bi navê Mihemed Hec Îsa yê 8 salî birîndar bû.

Di 3’ê Sibatê de jî, ji ber topbarana dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn li gundê Aqîbê, welatiyê kurd ê kalemêr Elî Mela şehîd bû û hinek jî birîndaran bûn.

Di 15’ê Sibatê de, di topbarana dagirkeriyê de li ser gundê Başemrê yê navçeya Şêrawa, jinek û zarokeke kurd birîndar bûn. Jina bi navê Sêvîn Nebo û zaroka wê Hemîde Qasim a 8 salî rastî birîndariyên cuda hatin.

Di 2’yê Berfanbarê de jî dagirkeriyê û milîsên wê, komkujiyek li bajarokê Til Rifetê derheqê zarokan de pêk anî ku wê demê Heyva Sor a Kurd ragihand ku 10 şehîd di nava wan de 8 zarok şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn.

Di 21’ê Mijdarê de jî, ji ber topbarana dagirkeriyê, 3 zarok li nêzîkî dibistana seretayî bi sivikî birîndar bûn.

Li Şehba û navçeya Şêrawa ya gundewarê Efrînê bi hezaran ji koçberên Efrînê li wir dimînin. Ew ji ber koçberiyê rastî hemû zehmetî û dijwariyê jiyanî û topbarana dagirkeriyê tên.

 

 

Related posts