Afrinpost-Taybet
Milîsên “şurte medeniyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, hemleyeke biserdegirtin û binçavkirinê li gundê Dela yê navçeya Mabeta pêk anî.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeyê diyar kir ku di encama hemleyê de 3 welatiyên kurd ên temenmezin bi tawana ku berê wan li gel rêveberiya xweser kar dikirin, hatin binçavkirin û wiha dewam kir; milîsên “şurte medeniyê” roja Duşemê hemleya binçavkirinê bi serî kir û welatiyên kurd ên ku hatine girtin wiha ne; Ehmed Izo/75/salî, Emîn Hemûdî/75/salî û Lewend /70/ salî.
Milîsên “ Lîwa Semerqend ” 20’ê Sibatê, hemleya yekê ya binçavkirinê dest pê kiribû, di wê hemleyê de 5 welatiyên kurd ji heman gundî(gundê Dela) hatibûn girtin ku ew jî wiha bûn; Mistefa Hemûdî/55/ salî, Fexrî Hemûdî, Ehmed Çawîş/60/salî, Ehmed Imo/75/salî û Ebdulkerîm Xoce.
Nûçegiha destnîşan kir ku milîsan her 5 girtî birin navenda xwe ya li gundê Maratê, li wir lêpirsîn kirin û piştî ku ew neçarî dayîna 150 hezar lîreyên Sûrî kirin, berdan.
Her wiha milîsên “şurte medeniyê”, roja Duşemê welatiyê bi navê Reşîd Menan Hemdûş ê 25 salî, dema ku di rêbenda milîsan a li xaçerêya gundê Kefercenê yê navçeya Şera re diborî, bi tawana ku berê li gel rêveberiya xweser kar dikir bin çav kir.
Girêdayî wê istixbarata Tirkî roja Yekşemê, welatiyê bi navê Hesen Hesen Golîko ji şêniyên gundê Mamila yê navçeya Raco ku li Cindirêsê dijî, bi heman tawanê girtin û birin cihekî nediyar.
Hemleyên milîsan ên biserdegirtin û binçavkirinê bi armanca astengkirina şêniyên Efrînê yên kurd û koçberkirina wan tên kirin.