Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Şêrawa, êvara Duşemê ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî sê top li gundê Kalotê yê navçeyê xistin.
Nûçegihan diyar kir ku di encama topbaranê de, pîrejineke kurd bi bavê Emûn Mensûr Umer a 60 salî şehîd bû lê zêde welatiyê bi navê Xelîl Bekrî Umer ê 35 salî birîndar bû û leşkerekî rêjîma Sûrî jî hat kuştin.
Ta niha artêşa dagirkeriya Tirkî topbarana xwe li ser gundê Kalotê, Birc Qas û gundê Mezin ên navçeya Şêrawa dewam dike.