Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêma Efrîna dagirkirî, ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di desteserkrirna malên şêniyên Efrînê yên resen de bi zorê berdewam in.
Di vê çarçoveyê de, nûçegihan destnîşan kir ku milîsan 2 malên welatiyê bi navê Xelîl Elî Certê ji şêniyên gundê Mamila ku li dorhêla dibistana amadehî ya olî ya li navenda Efrînê dikevin, desteser kirin.
Li gundê Birîmce yê navçeya Mabeta jî, koma “Ebû Tirab” ên milîsên “Cebhe Elşamiyê” mala welatiyê Yihye Elî desteser kir.
Welatî Yihye Elî li Efrînê dijî, milîsan mala wî ya li gund desteser kir û bi kirê da malbateke Idlibê, nû ji Idlibê reviya ye.
Dîsa li gundê Gobekê yê navçeya Mabeta, milîsên “Lîwa Elşemal” mala welatiyê kurd Mamo Gulgul desteser kir û bi kirê dan malbateke Idlibî ji ber ku welatî ne li gundê û li Efrînê dijî.
Ev kiryarên milîsan di çarçoveya proseyên revandin, çewsandin û astengkirina şêniyên kurd ên Efrînî de tên ku milîsên Îslamî li piraniya gundên Efrînê bi hinceta ku malên koçberan bûne navendine leşkerî yan jî niştedagîr lê bi cî bûne, rê li pêşiya vegera şêniyên Efrînê yên li Şehbayê girt.