Mala welatiyekî kurd bû sedema pevçûnê di navbera milîsan de

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elhur/Ceyş Elwetenî Elsûrî”, bi armanca tevlîhevî û zorlêkirina li ser sivîlên kurd, bi serpereştiya istixbarata Tirkî wan bidin koçberkirin û guhertina demografîk pêk bînin, bi zanabûn pevçûnan di navbera hev de peyda dikin.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê roja Yekşemê ragihand ku tansiyoneke ewlehî di navbera milîsên  “Ceyş Elîslam” ku piraniya wan ji gundewarê Şamê ne û milîsên “Cebha Elşamiyê” ku piraniya wan ji gundewarê Heleb ê bakur in, li ser mafdariya desteserkirina maleke erebî li taxa Eşrefiyê dikeve, derket.

Nûçegihan diyar kir ku mala ji aliyê niştedagîrekî Xûtayî yê milîsên “Ceyş Elîslam” ve hatiye desteserkirin ku milîsên “Cebha Elşamiyê” jê xwest ku malê vala bike da ku bidin malbateke kuştiyekî xwe, piştre ew ji malê qewitandin ku di esl de mala welatiyekî kurd ji gundê Qîbarê ye. Piştî wê niştedagîrê Xûtayî alîkarî ji milîsên “Ceyş Elîslam” xwest ku di encamê de pevçûn di navbera wan de derket.

Ji dema dagirkeriya Efrînê ve. Milîsên Îslamî bi serpereştiya dagirkeriya Tirkî gund û bajarokên Efrînê di navbera xwe de parve kirin ku her milîseke Îslamî herêmek kontrol kir, destên xwe danîn ser mal û milkêm koçberên Efrînê û şêniyên kurd asteng kirin.

.

Related posts