Afrinpost-Taybet
Agahiyên têkildarî derxistina şêniyên Efrînê yên resen ên kurd û koçberkirina wan dewam dikin.
Milîs bi armanca niştecihkirina malbatên gundewarê Heleb û Idlibê, şêniyên kurd bi darê zorê ji malên wan derdixe ku pê re wan didin derkirin.
Di vê çarçoveyê de, yê bi navê “ Ebû Wesam ” berpirsê ya bi navê rêxistina “ parastina sivîl/Kumên Spî ” , avaniyeke niştecihiyê li taxa Eşrefiyê desteser kir û bi kirê da şêniyên ku ji Idlibê reviyane.
Nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku berpirsekî rêxistina “ Kumên Spî ” ku ji parêzgeha Idlibê ye û istixbarata Tirkî piştevaniyeke mezin dide wî, destê xwe danî ser avaniyeke niştecihiyê ya malbateke bi navê Celût ji pêkhateya Ereb ku hêjî bi serî nebûye û wiha dewam kir; avanî li nêzîkî avaniya asayîşê ya berê li navîna bajêr e. Piştî ku avanî desteser kir, şiqeyên wê bi kirê dan şêniyên Idlibê.