Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li Şehbayê ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî bi topavêjê, gundên navçeya Şêrawa û herêmên Şehbayê topbaran kirin. Ji ber topbaranê tirs kete nava koçberên Efrînê û zirarên madî gihîştin mal û milkên sivîlan.
Nûçegihan diyar kir ku topavêja dagirkeriya Tirkî êvara roja Yekşemê gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa topbaran kir. Di encama topbaranê de 2 malên gund rûxîn û zirar gihîşt toreyên kehrebeyê ku kehrebeya ampêran li ser nîvê malên gund qut bû. Her wiha derdora 10 topan li ser rêya giştî ya bajaroka Dêrcemal û dorhêla gundê Kefernaya ketin.
Nûçegihan destnîşan kir ku top ji bajarê Marihê tên, topavêja rêjîma Sûrî jî bersivê dide cihê ku top jê tên.
Ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê yên tundraw ku navê“
Ceyş Elhur” li xwe kirine, Adara 2018’an şêniyên Efrînê ji cih û warê xwe bûn û koçberî herêmên Şehbayê bûn.
Derdora 130 hezar koçberên Efrînê li gund û bajarokên Şehbayê dimînin.