2 xortên kurd ji gundê Şîltehtê yê navçeya Şera hatin revandin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, revandinê wek navgîneke şantajkirinê û astengkirina şêniyên li Efrînê mane, berdewam dike. Armanc ew e ku şêniyên Efrînê bi darê zorê koçber bikin û li şûna wan niştedagîrên Îslamî yên ji herêmên dijberiyê tên, bi cî bikin.

Di vê çarçoveyê de, milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” 17’ê Sibatê, 2 welatiyên kurd li gundekî navçeya Şera revandin û birin navenda xwe ya ewlehiyê li gundê Dêrsiwanê kirin.

Nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku çekdarên ewlehiyê yên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad”  2 xortên kurd ên bi navê Ehmed Hemo û Ehmed Mihemed ji malên wan li gundê Şîltehtê yê gundê navçeya Şera bi tawana karê qaçaxiyê ango revandina sivîlan di sînor re revandin, lê di rastiyê de ew her du welatî li gel çekdaran bixwe,  karê revandina kesan ji Sûriyê bo Tirkiyê dikirin, revandin û birin navenda xwe ya li gundê Dêrsiwanê.

Milîsên Îslamî ji destpêka dagirkeriya Tirkî ve, bi zanabûn sivîlan direvînin da ku li şûna berdana wan pereyan ji xwediyên wan bi dest bixin. Ji aliyê din ve dagirkeriya Tirkî serpereştiya revandina sivîlan dike da ku wan bide koçber kirin û rêya vegerê li pêşiya koçberên Efrînê bigire.

Related posts