Afrinpost-Taybet
Dagirkeriya Tirkî beriya derdora hefteyekê, gazî mixtarên ku ji aliyê wê ve li taxên bajarê Efrînê, hatine erkdarkirin, kirin û ji wan xwest ku belgeyên niştecihiyê ji bo malbatên ku ji gundewarê Heleb ê bakur-rojava û Idlibê reviyane, derxin da ku nasnameyên takekesî dem pêş bidin wan.
Nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku “meclisa navxweyî” ya bajarê Efrînê derdora 7 mehan e, derxistina nasnameyên takekesî ji bo kesên li ser Efrînê ne tomarkirî ne, rawestandibû. Lê belê istixbarata Tirkî meclis li vê dawiyê neçarî derxistina wan nasnameyan kir da ku pêşkêşî yên ji gundewarê Helebê û Idlibê reviyane, bike û wan bi ser Efrînê ve bihesbînin.
Ev talîmatên Tirkî di çarçoveya hewldanên guhertina demografîk a herêma Efrînê û tunekirina hebûna kurdî li herêmê tên.
Nûçegihan diyar kir ku avaniya “meclisa navxweyî” bi niştedagîrên ku dixwazin nasnameyên takekesî bi dest bixin, gelekî bi qerebalix e.
Afrinpost 15’ê Çileyê ji çavkaniyên xwe hatibû agahdarkirin ku milîsên dagirkeriya Tirkî plan dike ku serjimariyeke teqez ji şêniyên Efrînê yên resen û niştedagîran re li tevahiya herêma Efrîna dagirkirî re çêke. Çavkaniyan got ku milîsên “şurte meheliyê” û istixbarata Tirkî giştînameyek derxist û li ser hemû mixtarên ku ji aliyê “meclisa navxweyî” ve hatine erkdarkirin, belav kir.
Li gorî forma ku radestî mixtaran bûne, pêwîst e hemû agahiyên takekesî werin tomarkirin wek; navê wî û yê bav wî û paşnav, navê dayîkê, temen, rewşa malbatî, resen e lê niştedagîr e, karê berê û yê heyî.