Milîsên “Şurte Eskeriyê” sermilîsekî mezin ê Sultan Mûrad kuşt

Afrinpost-Taybet

Milîsên şurte eskeriyê êvara Şemiyê, sermilîsekî Sultan Mûrad di nava serferberiyeke ewlehî ya mezin ku milîsên şurte eskeriyê û milîsên ewlehiyê yên Cebhe Eşlamiyê  li dorhêla çerxerêya Kawa li navenda herêma Efrîna dagirkirî, ragihandibû, kuşt.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarên şurte eskeriyê, sermilîsê bi navê Elşîşanî yê milîsên Sultan Mûrad bê ku sedemên kuştinê diyar bibin, kuşt.

Di heman demê de tansiyon li nava bajarê Efrînê ku li taxa Efrîna Keva dengê fîşekan heye.

Milîsên yê bi navê Elşîşanî li dorhêla xwaringeha baqilfiroş Cewdet bi cî dibin.

Milîsên wî bi dehan ji firoşgehên bazirganî û şiqeyên niştecihiyê li taxa Efrîna Kevn li herêma dikeve navbera nexweşxaneya Cîhan û heyanî dermanxaneya Menan diçe, kontrol kirine.

Related posts