Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li Efrînê ragihand ku milîsên “şurte medeniyê” pev endamine istixbarata Tirkî 19’ê Sibatê, 9 çekdar ji “Cebhet Elnûsra” di avahiyeke niştecihiyê li ser rêya gundê Turindê ya li kêleka dermanxeneya Heyat li taxa Eşrefiyê, ji ber ku razî nebûn tevlî şerê li Lîbiya bibin, hatin binçavkirin.
Di nava 9 çekdarên bincavkirî de, sermilîsek ji malbata “Efeş” heye ku li vê dawiyê ji bajarokê Enedanê ya gundewarê Helebê yê bakur, berî ku rêjîm kontrol bike, reviyabû.
Nûçegihan bi bîr xist ku çekdarên ku hatine girtin, ên “Cebha Elşamiyê” bûn, lê piştî ku “Cebhet Elnûsra” bajarokên gundewarê Helebê yê rojava kontrol kirin, li wir man.
Hemwextî şandina çekdaran bo Lîbiya, nûçegihanên Afrinpostê yên li gundewarê Efrînê diyar kir ku termên çekdarên Îslamî yên Ixwan Mislimîn li Lîbiya li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê şer dikirin û hatin kuştin, li pey hev tên Efrîna dagirkirî.
Di vê çarçoveyê de, milîsên “Ehrar Elşerqiyê” 11’ê Çileyê, termekî çekdarekî xwe ji herêma Qelemon a gundewarê Şamê ku di şerê Terablusê de hatibû kuştin, veşartibûn. Her wiha milîsên “Cebhe Elşamiyê” jî termekî çekdarên xwe ku ew jî li Terablusê hatibû kuştin li taxa Zîdiyê ya Efrînê veşartibûn.
8’ê Çileyê jî, milîsên “Sultan Silêman Şah” bi şevê û bi şêweyekî nepenî, 4 termên çekdarên xwe li goristana bajarokê Şiyê veşartin. Her wiha Afrinpost ji nava çekdarên xwe hat agahdarkirin ku milîsên “Lîwa Elmutesim”, 1’ê Çileyê 4 çekdarên xwe ku li Lîbiya hatibûn kuştin, li bajaroka Marihê veşartin.