Afrinpost-Taybet
Roja Pêncşemê 20’ê Sibatê, di navbera endamên eşîra Bobena ya pêkhateya Ereb û çekdarên “Firqeya Elhemze” de, ji ber hewldana milsan a desteserkirina du şiqeyên endamên eşîrê, derket.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li Efrînê ragihand ku milîsên “Firqeya Elhemze” hewl dan ku 2 malan li taxa Efrîna Kevn ên nêzîkî saziya ziman kurdî ku niha bûye “Emin Eskerî” ye, desteser bikin, lê belê endamên eşîra Bobena li pêşiya çekdaran sekinîn û rê nedan ku di encamê de pevçûneke çekdarî di navbera wan de derket.
Nûçegihan diyar kir ku armanca çekdaran a desteserkirina malan ew e ku wan bi kirê bidin malbatên ku ji Idlibê reviyane.
Di vê çarçoveyê de, milîsên “Ceyş Îslam” avahiyeke niştecihiyê li ser rêya gundê Turindê dikeve ku ji 4 apartmanan(şiqe) pêk tê û xwediyê wê avahiyê, welatiyekî Ereb ji bajarokê Mayir ê gundewarê Heleb ê rojava ye û çend sal in li Efrînê dijî, desteser kir.
Girêdayî wê, çekdarên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn destdirêjiya li ser mal û milkên koçberên Efrînê berdewam dikin. Milîsên “Ehrar Elşerqiyê” li taxa Mehmûdiyê şiqeyên niştecihiyê bi 2500 $ ji bo her şiqeyekê difiroşin malbatên ku ji gundewarê Heleb û Idlibê hatine. Ji ber koçberiya zêde ji gundewarê Heleb û Idlibê û pêwîstiya bi malan karên avahîsaziyê geş û pir bûye lê zêde qerebalixeke ne normal a maşîne û niştedagîran li gund û bajarokên herêmê çêbûye.