Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrînpostê yê li navçeya Raco ragihand ku komeke milîsên “Feyleq Elşam” ku di nava wan de yên bi nav “Merheb Wesîl Xalidî, Ebû Hesen û Ebû Ereb Elfaûrî” hebûn, roja Çarşemê19’ê Sibatê bi nîvro li bajarokê Mîdanekbezê, hemleyeke biserdegirtin û venêrînê li ser 20 malan pêk anîn.
Di encama hemleyê de, milîsan xortê bi navê “Horo Bin Mistefa” yê 17 salî, bi hinceta ku li mala malbata wî tivingeke nêçîrê û cilên leşkerî hatin dîtin, revand.
Milîsan Horo bi tevlîbûna li nava refên Yekîneyên Parastina Gel tawanbar kirin û ew birin navenda revandinê li Efrînê.
Dagirkeriya Tirkî hewandina çekan bo şêniyên kurd ên li Efrînê mane, qedexe dike lê belê ji bo niştedagîran serbest dike. Niştedagîr li Efrînê bi awayekî serbest çekan radikin lê zêde dikanên taybet ji bo firotin û çaksazkirina çekan vekirine.
Ji aliyekî din ve û ji dema ku dagirkeriya bajarok dagir kiriye, bi zanabûn darên li daristanên Raco dibirin. Darên ku gefa qelandinê wek berû(palît) li ser hene, dibirin ku tenê li deşta Mîdanekbezê derdora 30 darî hatin birîn.
Herî dawî dareke palîtê yeke mezin li xaçerêya gundê Edama hat birîn û darên zeytûnê jî yên koçberên bajarokê ji bo êzing û firotinê dibirin.