7 sermilîsên “Cebha Elşamiyê” ji Efrîna dagirkirî reviyan Tirkiyê

Afrinpost-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku 7 sermilîsên “Cebha Elşamiyê” yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn, pev malbatên xwe ji Efrîn reviyan Tirkiyê. Berî ku ew sermilîs birevin, malên ku li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê desteser kiribûn, firotin malbatên ji Idlibê hatine.

Çavkaniyan teqez kirin ku wan sermilîsan, malên ku li dorhêla avahiya “Hekîm” ku xwediyên wan koçber in, firotin malbatên Idlibî yan malbatên ji gundewarê Helebê yê rojava bi 1000 heyanî 1500 $ Amerîkî ku bi vê yekê mafê desteserkirinê da wan malbatên niştedagîr.

Çavkaniyan diyar kirin ku niştedagîrekî ji bajarokê Qubtan Elcebel reviyaye, li heman herêmê malek bi 1000$ kirî û niştedagîrekî din ji gundê “Elhûr” ê bajarokê Daret Izê yê gundewarê Helebê yê rojava, malek li nêzî avahiya “Hekîm” ji sermilîsekî “Cebha Elşamiyê” bi 1500$ kirî.

Çekdarên reviyayî û sermilîsên wan pev malbatên xwe di rêya li nêzî gundê Nesrîniyê yê gundewarê Cindirêsê her wiha di gundê Dêrswanê yê navçeya Şera û Mîdanekbezê yê navçeya Raco re direvin.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) Mazlûm Ebdî, 1’ê Sibatê li gel rojnameya “Ozgur Polîtîka” axivî û teqez kir ku operasyona rizgarkirina Efrînê pir dirêj nake û wiha dewam kir; “Dem hatiye ku Efrîn were rizgarkirn û dê di şert û mercên guncaw de pêk were, dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê yên Ixwan Mislimîn nikarin hêzên me têk bibin û hêjî ditirsa xwe ji me heye”.

Çavdêr dibînin ku eger şer di navbera Tirkiyê û Rûsiya de gur bibe, dê di dema pêş de li herêmên bakurê Sûriyê yên sînorî û dagirkirî ne, ji herêma Cerablusê heyanî herêma Efrînê, operasyon dest pê bikin.

Li gorî bûyerên li ser erdê, çavdêr destnîşan dikin ku Rûsan biryara xwe standine ku tenê ew di Sûriyê de bibin xwedî biryar û bi taybet piştî kuştina ”Qasim Suleymanî” û paşdeçûna rola Îranê li Sûriyê ku ev yek dihêle Rûsiya rû bi rû bi Tirkiyê re bimîne da ku wê neçarî derketina ji Sûriyê bike.

Teqez e ku dagirkeriya Tirkî xema bajarê Idlibê û şêniyên wê naxwe. Tenê ew li bendê ye ku Idlibê beramberî Kobanê û Eyn Îsa biguhere. Lê xuya ye ku vê carê bi dilê Tirkan nebûye ku Rûsan ew xistin quncikekî teng.

Related posts