Ji ber proseya niştedagiriyê rêjeya kurdan li Cindirêsê 3% derbas nake

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî bi kordîneya li gel rêjîma Sûrî û hêzên Rûsî, gundewarê Heleb û Idlibê ji şêniyan vala dikin û ber bi Efrînê ve bi armanca kêmkirina rêjeya kurdan û koçberkirina wan, koçber dikin.

Dagirkeriyê bêtirî 500 hezar welatiyên kurd di Adara 2018’an de koçber kirin.

Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Cindirêsê ragihand ku şêniyên gundewarê Idlib û rojavayê Helebê, piştî ku çekdarên milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn, ew herêm bê şer radestî rêjîma Sûrî kirin, qelf bi qelf direvin Efrînê.

Nûçegihan teqez kir ku karwanên erebe û maşîneyan bê navber bi rêya derbasgeha Xezawiyê derbasî nava Efrînê dibin ku pêwîstî bi rojekê heye heyanî ku ji derbasgehê bigihînin bajarê Efrînê û wiha dewam kir; bajarê Daret Izê û gundên li kêleka wê bi temamî ji şêniyên wê vala bûne.

Nûçegihan proseya niştedagîriyê wiha belge û parve kir;

– 700 malbat li gundê Celemê

– 1000 malbat li gundê Aşka şerqî

– 70 malbat li gundê qulkê

– 900 malbat li gundê Îska

– 200 malbat li gundê Kefer Zîtê

Nûçegihan diyar kir ku navçeya Cindirêsê bi erebe û niştedagîrên nû tijî bûye, kamp bi şêweyekî tevlîhev li ser gir, deşt û aliyên rêyên navçeyê hatine avakirin.

Li gorî nûçegihan, dagirkeriya Tirkî ji mixtarên ku ji aliyê wê ve hatine erkdarkirin, xwest ku ji nû ve serjimariyeke teqez ji hemû niştecihên navçeyê re çêkin ku neteweya niştecih jî diyar bikin da ku dagirkeriya Tirkî rêjeya kurdan û ereban ji hev derxeku heman senaryo li Bilbilê jî pêk hat..

Di vê çarçoveyê de Afrinpost peywendî li gel hejmareke şêniyên ku rewşa navçeyê ji aliyê niştedagiriyê ve dizanin çêkir û wan teqez kir ku rêjeya kurdan 3% derbas nake.

Related posts