Şêxeşîrekî ereb li Bablîtê û mixtarê wê bi hinceta danûstandina li gel rêjîma Sûrî hatin binçavkirin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn, li Efrînê di çarçoveya tirsandina welatiyan û bidestxistina pereyan, 2 welatî ji pêkhateya ereb bin çav kirin.

Nûçegihanê Afrinpostê yê li Efrînê ragihand ku milîsan şêxeşîrê Umêrat “Hemûd El-Xezal” ê 55 salî û mixtarê gund “Abdullah Mihemed” ê 50 salî ku her du ji şêniyên gundê Babilîtê yê navenda Efrînê ne, bi tawana danûstandina li gel rêjîma Sûrî bin çav kirin.

Afrinpostê 7’ê Çileya borî bi bîr xist ku hêjî çarenûsa her du welatiyên ereb yên ji şêniyên Helebê, ji dema ku milîsên “Firqeya Elhemzat” ew ji navenda herêmê revandine, ne diyar e.

Wê demê nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê diyar kir ku welatiyê bi navê Îsa Şihade û kurê wî Mihemed ji sê mehan ve ji taxa Efrîna Kevn, kolana nanpêjgeha “Ebû Îmad” revandî ne.

 Welatî Îsa û malbata xwe ji sala 2012’an ve li Efrînê dijiyan û li ba wî kargeha çêkirina bateriyan li ser rêya Efrîn-Raco li xaçerêya gundê Avrazê yê navçeya Mabeta, hebû.

Nûçegihan diyar kir ku piştî milîsên “Elhemzat”  welatî Îsa û kurê wî Mihemed revandin, fîdyeyeke malî bi qasî 15 milyon lîreyên Sûrî xwestin lê belê xwediyên wan nikarîbûn ew pere peyda bikirana. Ji ber vê yekê hêjî çarenûsa wan ne diyar e û wiha nûçegihan dewam kir;

Milîsên “Ehrar Elşerqiyê” piştî revandinê, rasterast kargeha bateriyan bi giştî dizîn û teqez kir ku hevjîna welatiyê revandî Îsa berî ku milîsên “Şurta Medeniyê” bi ser malê de bigirin, reviya bajarê Helebê. Milîsan ji mala welatî 300 hezar lîreyên Sûrî dizîn lê zêde kargeha bateriyan a li ser otostrada rojavayê bajêr talan kirin.

Nûçegihan derbarê çarenûsa Mihemed Îsa Şihadê de da zanîn ku milîsên “Elhemzat” ew radestî “Şurta Leşkerî ” kirin û tercîh kir ku ew li zîndana Maratê ye û ti agahî derbarê kurê wî de nîne.

Related posts