Afrinpost-Taybet
Afrinpostê dîmenên belavbûna konên niştedagîran ku bi şêweyekî tevlîhev li nava zeviyên zeytûnan û li aliyên rêya Efrîn-Cindirêsê bi cî bûne, bi dest xistin.
Malbatên ku ji gundewarê Idlibê û gundewarê Heleb ê başûr û bakur-rojava reviyane herêma Efrîna dagirkirî, li wir bi rêya konan cî girtine.
Ne tenê di binê konan de, her wiha navenda Efrînê û hemû bajarok, gund û zeviyên wê jî bi niştedagîrên ji ber topbarana Rûsî û hêzên rêjîma Sûrî reviyane, bi niştedagîran tijî bûne ku dagirkeriya Tirkî bi armanca koçberkirina kurdên Efrînî û wendakirina nasnameya herêmê, niştedagîran bi kar tîne.