Çawa milîsên dagirkeriyê û Ixwan Mislimîn bajarokên Helebê radestî rêjîmê kirin?

Afrinpost-Taybet

Afrinpostê ji çavkaniyên xwe yên li nava milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî derbarê kontrolkirina rêjîma Sûrî ji bajarokên gundewarê Helebê yê bakur-rojava wek bajarokê Heyan, Enedan, Hirîtan, Biyanûn û yên dîtir hat agahdarkirin.

Li gorî çavkaniyan, milîsan bi fermanên Tirkî di nava 3 saetan de, ew herêm vala kirin û bi temamî xwe vekişandin û wiha dewam kirin; dagirkeriya Tirkî 50 $ û basketeke alîkariyê pêşkêşî her çekdarekî vekişandî kirin.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê(navenda herêmê) ragihand ku nakokî di navbera hinek komên milîsên “Cebha Elşamiyê” li dorhêla çerxerêya Kawa ya li navîna bajêr derket û wiha dewam kir; hinek milîsan, koma bi serkêşiya yê bi navê “Eloso” bi xiyanetê tawanbar kir ku vê yekê hişt serferberiyeke ewlehî li nava refên milîsan de çêbibe da ku rewşa aloz kontrol bikin.

Hemwextî tansiyon û hêrsbûna milîsan ji rewşê, çekdarinan bombeyeke dengî avêt navenda koma “Biyanûnî” ya nêzîkî çerxerêya Qeban li taxa Eşrefiyê.

Ji ber 30 gund û bajarokên gundewarê Helebê yê bakur rojava bê berxwedanî radestî rêjîma Sûrî kirin û êdî ti dozeke wan nema, ev nerazîbûn û nakokî di navbera milîsan de derket pêş.

Related posts