Efrîn vediguhere navendeke malbatên milîs û sermayedarên Ixwan Mislimîn

Afrinpost-Taybet

Karwanên Idlibiyan û niştedagîrên gundewarê Helebê ji ber şer û pêşveçûna hêzên rêjîma Sûrî, ber bi Efrîna dagirkirî ve dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên Îslamî yên rêxistina Ixwan Mislimîn, mal û milkên şêniyên Efrînê ku hem ên li Efrînê mane hem jî yên koçber, desteser dikin.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” li herêma di navbera taxa Efrîna Kevn, ji garajê dest pê dike û heyanî çerxerêya Newroz, kilîtên firoşgehên bazirganiyê dişikînin û ji xwe re bi kar tînin. Milîs wan firoşgehan bi kirê bi 10 hezar lîreyên Sûrî ji bo her firoşgehekê didin ên ji Idlibê û gundewarê Helebê yê rojava, reviyane.

Tê zanîn ku hêzên ewlehiyê yên milîsan avahiya “Mesrif Teslîf Elşabî” ji xwe re kirine navend.

Bi kontrolkirina rêjîmê ji gundewarê Heleb û Idlibê re, koçberiya niştedagîran ber bi gundewarê Efrînê ve berdewam dike ku 10 malbat ji Daret Izê gihîştin gundê Zivinkê yê navçeya Bilbilê.

Di vê çarçoveyê de, milîsên “Ehrar Elşerqiyê” ji kesên ku mal ji wan bi kirê birine, xwest ku kirêya malan buha bikin û bigihînin 200$ û eger nedin dê wan ji malan biqewitînin.

Berî ku niştedagîr ji gundewarê Idlibê û Helebê bi şêweyekî zêde werin Efrînê, kirêya malan 100$ bû.

Milîsan da ku bazirganên Sermede li firoşgeh û malan de misoger bikin, kirêya malan li ser kirêbiran buha kirin.

Milîsên “Ceyş Elşerqiyê” jî, ji niştedagîrên ku ji Xûtayê hatine û li Cindirêsê bi cî bûne, xwestin ku yan100$ bidin an jî malan vala bikin û berê xwe bidin kampa Dêrbelûtê.

Li herêma pîşesaziyê jî yên bi navê “kombûna lawên Dêrazorê” bi zanabûn şiqeyên li ser firoşgehên pîşesaziyê bi kirê bi 20 hezar lîreyên Sûrî bidin lê zêde firoşgehên vala bi 50$ bi kirê wek depoyên bazirganiyê, didin.

Bi gihîştina hejmarên mezin bo Efrînê, herêm bi maşîne û niştedagîran tijî bûye her wiha kamp bi awayekî tevlihev li dorhêla taxa Eşrefiyê, Zîdiyê û li ser rêyên sereke yên derveyî navendê hatine avakirin.

Milîsên Îslamî bi zanabûn pêwîstiyên niştedagîrên nû yên hatine Efrînê ji avahiyên niştecihiyê yên neamade bi kar tînin da ku bi pereyên mezin bidin wan ku her şiqeyek herî kêm bi 100$ bi kirê didin, pê re şêniyên kurd jî ji malên wan derdixin û li şûna wan niştedagîran bi cî dikin.

Dagirkeriya Tirkî şerê hêzên rêjîma Sûrî li ser gundewarê Heleb û Idlibê dixe bin xizmeta xwe û guhertina demografîk bi kordîneya milîsên Îslamî pêk tîne.

Related posts