Afrinpost-Taybet
Hemwextî zêdebûna daxwaza li ser êzingan û sermaya dijwar li herêmê, milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn, hemleyeke zordest li ser zeviyên zeytûnên Efrînê pêk tîne.
Di çarçoveya hemleyê de, milîs bi armanca peydakirina êzingan, darên herêmê dibirin û ji pişt wan pereyan bi dest dixin.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsên “Lîwa Weqas” 400 darên zeytûnê yên welatiyê Mistefa Mihemed Hesen Dalo ji şêniyên gundê Hêkiçê yê navçeya Cindirêsê, bi awayekî zordest birîn.
Afrinpostê dîmenên zirara ku zeviyê welatî Mistefa Dalo ji kiryarên milîsên Îslamî dîtiye, bi dest xist û parve kir.
.