Afrinpost-Taybet
Artêşa dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn yên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî/Ceyş Elhur ” gundê Ziyaretê(Zaratê) yê navçeya Şêrawa bi çekên giran topbaran kir.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku bi xurtbûna şer li bakur rojavayê Helebê re û piştî biryara dagirkeriyê ya vekişandina çekdaran ji derdora 30 gund û bajarok wek Enedan, Hirîtan, Biyanon, Heyan, Mearet Ertîq û Qubtan Cebel, gundê Zaratê hat topbarankirin.