Milîsên “Seid Bin Ebî Weqas ” 2 kurd revandin û beramberî berdana her yekî 5 hezar dolar xwestin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn revandinê wek navgîneke şantajkirin û astengiyê derheqê şêniyên kurd ên li Efrînê mane, bi kar tîne. Armanca wan ji revandinê, şêniyên kurd asteng bikin, ji Efrînê koçber bikin û li şûna wan niştedagîrên Îslamî yên ji herêmên dijberiyê direvin, bi cî bikin.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Şiyê ragihand ku milîsên “Seid Bin Ebî Weqas” roja Înê 14’ê Sibatê, 2 welatiyên kurd ên bi navê “Izet Mihemed Bekir û Izet Bekir” ku pismamên hev in ji malên wan ên li gundê Anqelê yê navçeyê revandin û birin cihekî nediyar.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan ji malbatên wan ji bo berdana her yekî ji wan 5 hezar dolar xwestin.

Rêxistina Mafên Mirovan a karûbarên herêma Efrînê dişopîne, statistîka du salan a binpêkirinên dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn aşkere kiribû.

Di vê çarçoveyê de, rêxistinê li nava koçberên Efrînê yên li Şehbayê li kampa Serdemê, 16’ê Çileyê, daxuyaniyek parve kiribû, tê de diyar kiribû ku bêtirî 6 hezar Efrînî hatine revandin û hêjî çarenûsa bêtirî 3300 ji wan kesên revandî ne diyar e.

Related posts