Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn ji şêniyên gundê Xirbet Şems, Kibêşîn, Bihyê û Basûfanê yên navçeya Şêrawa xwestin ku malên xwe vala bikin da ku veguherînin çeperên şer.
Daxwaza milîsan piştî ku hêzên rêjîmê êrîşî gundê Şêx Eqîl ê gundewarê Heleb ê rojava kir, hat kirin.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên “Zinkî” bi kom ji cebheya şer a gundê Oroma mezin û biçûk reviyan ku sivîl wek mertalên zindî bi kar anîn heyanî ku gihîştin Efrînê.
Çekdaran çebilxaneyên xwe(topên Hawanê) li pişt geraja Efrînê, li maleke erebî nêzîkî mala welatiyê bi navê “Zekeriya Elî Belkor”, daxistin û ew cebilxane yên “Cebhe Elweteniyê ya Tehrîr” û tevgera “Nûr Eldîn Zinkî” ne.
Piştî ku roja Yekşemê 30 gund û bajarok li gundewarê Helebê yê bakur û bakurê rojava wek kevirên domîno ketin ango rêjîmê kontrol kirin, bi hezaran ji tirimpêl û maşîneyên bi tiştên malê û bagajan dagirtî ne, derbasî Efrînê bûn.
Rêjîma Sûrî ne ku bi şer ew hêrêm kontrol kirin, lê belê dagirkeriya Tirkî biryara vekişandina ji herêmê da çekdarên Ixwan Mislimîn.
Vekişandina milîsên Ixwan Mislimîn diyar dike ku ti têkiliyên wan bi şoreşa Sûriyê re tune ye, ew tenê ajanên dagirkeriya Tirkî ne.
Hêzên rêjîma Sûrî, roja Yekşemê parêzgeha Helebê wek cara yekem ji sala 2012’an ve bi giştî kontrol kir. Bajarên Sûrî yek pey yekê ji ber ku opozisyona Sûrî li pey Tirkiyê diçe, ji dest dan her wiha piraniya Sûriyan niha çekdaran wek çete dibînin.
Rêxistinên çekdar ên tundraw razî nebûn li gel etnîk û pêkhateyên Sûrî li ser avakirina Sûriyeke nû, nenavendî bisekinin û tenê hewldanên êxistina rêjîma navendî û bi rêjîmeke din ya taîfî biguhere, kirin.