Alavên avdanê ji nava zeviyên gundê Turindê ya Efrînê hatin dizîn

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêma Efrînê ya dagirkirî ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, alavên avdanê ji nava zeviyên çandiniyê yên cotkarekî gundê Turindê yê bi ser bajarê Efrînê ve dizîn.

Nûçegihan diyar kir ku milîsên “Firqeya Elhemzat”, boriyên avdanê û reşandekên avê ku di nava wan de 6 hezar metre ji boriyên plastîk(xertûm) yên mixtarê ku ji aliyê dagirkeriya Tirkî ve hatiye erkdarkirin, dizîn.

Milîsan bi wê tenê nekirin, her wiha boriyên avdanê û reşandekên cotkarên din ên ji gundê Turindê û gundên nêzî wê dizîn.

Milîsên Ixwan Mislimîn diziyê bi zanabûn dikin ku komek ji milîsên “Neîm” ên girêdayî “Cebha Elşamiyê”, roja Pêncşemê 23’ê Çileya borî, 2 firoşgeh yek li taxa Eşrefiyê li ser rêya servîs ku xwediyê wê welatiyê bi navê “Ebû Xelîl” e û ya din jî ya niştedagîrekî Xûta bû ku bi navê “Ebû Mihemed” e, dizîn.

Li taxa Mehmûdiyê jî di wê demê de 5 firoşgehên niştedagîrên Xûtayê ji aliyê milîsên “Ehrar Elşerqiyê” ve hatin dizîn.

Bi giştî bi hatin niştedagîrên ji gundewarên Heleb û Idlibê, dizî li Efrînê pir bûye. Her wiha tirsa şêniyên Efrînî yên kurd ji niştedagîran zêde bûye ku rêzê ji mal û milkên wan re nagirin, niştedagîr pez û dewarê xwe li nava zeviyên zeytûnan diçêrînin lê zêde mal û milkên wan jî talan dikin.

Related posts