Afrinpost-Taybet
Îstixbarata dagirkeriya Tirkî, li dawiya hefteya borî, meleyê mizgeftekê li gundewarê Efrîna dagirkirî ji ber ku sûcên milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn dikin, şermezar kirin, ji kar bi dûr xist.
Çavkaniyên agahdar ji rewşê re, ji Afrinpostê re ragihandin ku îstixbarata Tirkî, serkêşê milîsên“Lîwa 112” ferman kir ku mele Ebdulrehman Ramûse bi nasnav “Ebû Mihemed” bi biryara bidûrxistina ji karê wî yê mizgefta bajarokê Badîna ya navçeya Raco, agahdar bikin.
Mele Ebdulrehman bi dilxwazî û bêyî ku pereyan ji aliyekî hikûmî yan rêveberî bibe li mizgeftê xizmet dikir ku şêniyên Badîna jê re mehane pere di nava xwe de kom dikirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku sedema bidûrxistina ji kar vedigere ku mele di lîsteya meleyên dibistana “Başa Karaca” de ne tomarkirî ye. Ew dibistan serokê Tirkiyê Erdogan bi xwe jê derçûye.
Mele Ebdulrehman ji gundekî herêmên Şehba ye. Gelek caran dagirkeriya Tirkî ji ber helwestên wî yên dijî karên milîsan ên dizî, talanî û zordestiyê, pê re lêpirsîn vekiribûn.
Berî ku ji kar were bidûrxistin, diziya pêwîstiyên şûştina miriyan, tabloyên kehrebeyê, baterî û hinek amûrên bilindkirina deng ên mizgefta bajarokê Badîna ku ji aliyê milîsên Îslamî ve hatibûn dizîn, şermezar kiribû.
Çavkaniyan bi bîr xist ku mele di nava şêniyên bajarokê Badîna de rêzdar bû.
Mele roja Pêncşemê xatirê xwe ji şêniyan xwest û çû mala xwe ya li bajarê Efrînê ku çend caran rastî talaniya milîsan hatibû.