Jinek û zaroka wê ji ber topbarana li ser gundê Başemrê birîndar bûn

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî êvara roja Şemiyê, gundê Başemrê yê navçeya Şêrawa bi topavêjê topbaran kir. Di encama topbaranê de jinek û zaroka wê birîndar bûn.

Nûçegihanê Afrinpostê yê li herêmên Şehbayê ragihand ku welatiya kurd a bi navê Sêvîn Nebo û zaroka wê Hemîde Qasim a 8 salî birîndar bûn û hê rewşa wan a tenduristî ne diyar e.

Nûçegihan destnîşan kir ku rêjîma Sûrî jî bersiv da û herêma Efrînê ya dagirkirî topbaran kir.

Li hemberî sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirkî, bi hezaran ji koçberên Efrînî li Şehbayê, di 10’ê Mijdara 2019’an de xwepêşandan li dar xistin û xwestin ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ji Efrînê derkevin.

Şêniyên Efrînê ji Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê daxwaz dikin ku biryarekê derbarê Tirkiyê de derxin ku wê neçarî derketina ji Sûriyê bikin û rê ji gelê Sûriyê re vekin ku xwe bi xwe, bi rêya sîstemeke nenavendî xwe bi rê ve bibin.

Related posts