Afrinpost-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe yên li nava milîsên “emin siyasî ” ya dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn hat agahdarkirin ku teqîna li kolana li ser rêya Raco ya li navîna Efrînê li nêzî xwaringeha “Mîlano” ya xwarinên lezgîn hatiye teqandin bi rêya çekdarine li motorsikletekê siwarkirî bûn ku dema barkêşê sotemenî dida xwaringehê, teqîn bi binê barkêşa sotemeniyê ve kir û çavkaniyan wiha dewam kir; piştî 3 deqeyan milîs ji ber barkêşê çûn, teqiya. Di encama teqîna barkêşê de 10 sivîl hatin kuştin û 47 kes jî birîndar bûn û heta niha du term ji ber ew bi giştî şewitîbûn, nehatine naskirin.
Çavkaniyan teqez kirin ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” nehiştin ku ekîbên “Parastina Sivîl” bigihînin cihê teqînê da ku di vê tevliheviyê de bi qasî ku dikarin bidizin.
Têkildarî diziyê çavkaniyan diyar kirin ku milîsên “Sultan Mûrad” 40 kartonên çixareyan ji firoşgehên bazirganiyê yên welatiyê bi navê “Ebdo” li firoşgeha wî ya li kêleka baqilfiroş “Cewdet”, lê zêde hejmarek ji motorsikletên li nêzî cihê teqînê bûn, dizîn.
Teqîna barkêşa sotemeniyê roja Duşemê 10’ê Sibatê pêk hat. Wê demê toreyên ragihandinê diyar kirin ku piraniya kesên ku bûne qurbaniya teqînê, kurd bûn.
Ji nava qurbaniyên teqînê 3 sivîlên kurd ji gundê Hisê yê navçeya Mabeta ku navên wan jî wiha ne “Cangîn Ebdo, Henan Hemo 44 salî û kurê wî yê tek” hatin kuştin.