Afrinpost – Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarên “Cehbet Elnûsra” (şaxa Elqaîdê li Sûriyê) bi rengekî aşkere ku ew bi cil û durişmeyên ku datînin ser milên xwe ji milîsên din ên Îslamî vediqetin, xuya bûn.
Nûçegihan teqez kir ku çekdarên “Cebhet Elnûsra” ku bi cilên xwe naskirî ne û durişmeyên reş bi nivîsa “ le Îlaha îla lah” datînin ser milên xwe, li vê dawiyê li kolanên Efrînê pev malbatên xwe hatin dîtin.
Veguhastina çekdarên “Cebhet Elnûsra” bo Efrînê di çarçoveya veguherandina Efrînê bo mîrnişîneke Îslamî tê û wiha zêde kir; dagirkeriya Tirkî plan dike ku çekdarên “Elnûsra” tevlî milîsên “Ehrar Elşerqiyê” bike da ku piştre li herêmên dagirkirî belav bike û bi taybet navçeya Cindirêsê.
Dagirkeriya Tirkî di çarçoveya guhertina demografîk û wendakirina nasnameya herêma Efrînê de, nasname li ser niştedagîran belav kirin ku pê bide nîşandan ku ew niştedagîr, şêniyên Efrînî ne.
Dagirkeriya Tirkî bi vê yekê dixwaze ku di dema pêş de niştedagîr ji şêniyên Efrînê yên resen veneqetin û eger di bin sîwan Neteweyên Yekbûyî de referandûmek weke ya Lîwa iskenderon çêbû, karibe herêmê bi ser Tirkiyê ve bike.