Dagirkeriya Tirkî Li Efrînê goristanek veguherand sûka dewaran

Afrinpost-Taybet

Afrinpostê piştî bidestxistina wêneyên taybet, ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî weke tolhildan goristana şehîd Avesta Xabûr rakirin û veguherandin sûka firotin û kirîna dewaran û wiha dewa kir;

Milîs bi armaca tola xwe ji şêniyên Efrînê û şervanên wê yên ku di parastina Efrînê de şehîd bûn, hilînin, goristana şehîd Avesta Xabûr bi temamî bi maşîneyan dûz kir, hemû gor(tirbe) rakirin û veguherand sûka dewaran.

Nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê teqez kir ku niştedagîr heftane roja Sêşemê û bêyî ku ti rêz û hurmetiyê bidin nirxên mirovî û olî yên parastina gor û miriyan, sûka kirîn û firotina dewaran li erdê goristanê li dar dixin.

Goristana şehîd Avesta Xabûr li xaçerêya gundê Keferşîlê yê bajarê Efrînê dikeve. Piştî ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve, êrîşên xwe dest pê kirin û ji ber zehmetiya veşartina şehîdan li goristana şehîd Seydo li Cindirêsê û ya şehîd Refîq ya li gundê Metîna ya navçeya Şera, ev goristan ji aliyê şêniyên kurd ve hat çêkirin.

Bi sedan ji keç û xortên Efrînê û şehîdên sivîl li vê goristanê hatin veşartin.

Dagirkeriya Tirkî di êrîşên xwe de goristan topbaran dikirin an jî bi rêya maşîne û panzeran(tankên Almanî) radikirin û rêz ji goran re nedigirt.

Her wiha goristanên normal û şûnwarî jî ji tolhildan û kîna dagirkeriyê û milîsên wê ve xilas nebûn ku tenê ji ber ku li ser kêla gora dayîka helbestvanekî kurd ji gundê Mamala yê navçeya Raco bi kurdî hatibû nivîsîn, ew kêl û gor bi temamî wêran kirin.

Di heman çarçoveyê de, milîsên Îslamî gora rewşenbîrê kurd Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî li goristana Henan wêran kirin. Her wiha jî gora şehîd Kemal Henan li gundê Tilifê yê navçeya Cindirêsê ku li Heleb şehîd bûbû, xira kirin.

Related posts