7 niştedagîrên jin ên Maret Numan bi tawana teqînên li Efrînê, hatin binçavkirin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn 10’ê Sibatê, 7 jinên niştedagîr ji kampeke li dorhêla şîrketa kehrebeyê ya taxa Eşrefiyê ya li navîna bajarê Efrînê, bi tawana beşdariya di teqînan de bin çav kirin.

Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêmê, teqez kir ku milîsên “emin siyasî” 7 jin ji gundewarê Idlibê yê başûr(bajarê Maret Nûman) ku beriya nêzîkî mehekê gihaştibûn Efrîna dagirkirî, bi tawana ku destên wan di teqînên ku li Efrînê rûdidin de hene, bin çav kirin.

Têkildarî nasnameya jinên ku hatine binçavkirin ti agahiyên berfireh nîne.

Tiştê ku balê dikişîne ku her dem milîsên Îslamî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji dema ku Efrîn hatiye dagirkirin ve(2018), bi teqînên ku li Efrînê rûdidin, tawanbar dikin da ku ji berpirsyartiya tevlihevî û bêaramiyê xwe bide alî.

Lê belê çalakvanên Efrînî teqez dikin ku milîsên Îslamî bi xwe li pişt van teqînan in ku armanc jê tirs û tevliheviyê di nava şêniyên Efrînê yên kurd de çêkin ku bi vî rengî wan ji Efrînê koçber bikin û guhertina demografîk bi temamî pêk were.

Related posts