Afrinpost
Milîsên Îslamî ya dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, revandinê wek navgîneke şantajkirin, zor û astengkirina şêniyên kurd yên li Efrînê mane û lê vegeriyane, dewam dikin.
Milîs bi vê yekê dixwazin şêniyên kurd bidin koçberkirin û li şûna wan xwediyên çekdaran û niştedagîrên ji tevahiya herêmên Sûriyê yên şer û dijberiyê koçberî Efrînê dibin, bi cî bikin.
Di vê çarçoveyê de, ajansa Hawarê roja Sêşemê ragihand ku artêşa dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê, hinek şêniyên navçeya Mabeta revandin û hêjî çarenûsa wan ne diyar e.
Çavkaniyê diyar kir ku hêzên dagirkeriyê 7’ê Sibatê, du welatiyên bi nav Cîhad Hesen Îbrahîm, Şiyar Mihemed Şoto ji gundê Gemrûkê yê navçeya Mabeta revandin û wiha dewam kir; çekdarên Ixwan Mislimîn welatî Cîhad Hesen Îbrahîm berda lê çarenûsa Şiyar Mihemed Şoto jî hê nediyar e.
Têkildarî binpêkirin û sûcên şer ên dagirkeriyê û milîsên wê ve, rêxistina Mafên Mirovan a karûbarên herêma Efrîna dagirkirî li Şehbayê, bi derbasbûna salvegera duyemîn a dagirkeriya Tirkî ji Efrînê re, statistîkên du salan aşkere kir.
Rêxistinê li kampa Serdemê li nava koçberên Efrînê yên li Şehbayê, di 16’ê Çileyê de, derbarê kesên revandî de daxuyaniyek da û ev tişt parve kir; bêhtirî 6000 sivîl ji her du zayendan hatine revandin û hêjî çarenûsa bêtirî 3300 kesên revandî nediyar e.