Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî ya dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, revandinê wek navgîneke şantajkirin, zor û astengkirina şêniyên kurd yên li Efrînê mane û lê vegeriyane, dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku xortekî kurdî hefteya borî dema diçû dewatekê hat revandin.
Nûçegihan diyar kir ku xortê hatiye revandin Idrîs Umer e ji şêniyên gundê Qeretepe yê navenda Efrînê ye. Ew dema bi malbata xwe re diçû gundê xwe(Qeretepe) da ku beşdarî dewatekê bibe, hat revandin.
Welatî Idrîs li taxa Eşrefiyê ya Efrînê rûdine. Ne pêkane ku milîsan ew bi hinceta ku Idlib tê topbarankirin û ew jî diçe dewatê, girtibin. 6’ê Kanûna 2019’an, milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” welatiyê bi navê Ismaîl Ismaîl li gundê Zarê yê navçeya Bilbilê bi hinceta ku rêz ji xwîna çekdarên ku li rojhilatê Firatê hatine kuştin, negirt ku dema erdê xwe dajot guhdarî muzîkê dikir, revand.
Nûçegihanê Afrinpostê 1’ê Sibatê ragihandibû ku milîsên “şurta medeniyê”, rêbenda xwe ya ewlehiyê ku li destpêka rojhilatê bajarê Efrînê ya bi navê Qos tê naskirin û bêyî ku were naskirin çima wisa kirin, rakir û wiha dewam kir;
Wê demê li ser rêbendên çekdaran li herêmê sistahî çêbûbû ku çekdaran nasname ew qas teqez nedikirin. Çekdar di nava tirsekê de ne ku Hêzên Rizgariya Efrînê yan hêzên rêjîmê û Rûsiya ji nişka ve êrîşekê li ser Efrînê di dema pêş de di dema ku Idlib tê topbaran kirin, pêk bînin.