Afrinpost
Malperên alîgir ji dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn re ragihandin ku sibeha Duşemê teqînek li nava bajarê Efrînê pêk hat û herî kêm 6 kes bûn qurbanî û zirarên madî çêbûn.
Li gorî malperan teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî li ser otostrada Raco pêk hat.
Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi pêkanîna teqînan tawanbar dikin ku bi vê yekê xwe ji berpirsyartiyê didin alî.
Ji Adara 2018’an ve li Efrînê her demekê teqîn rûdidin lê zêde piştî her tevlihevî û bûyerên bi vî rengî, revandina sivîlên kurd bi awayekî berfireh çêdibe.
Lê belê çalakvanên Efrînî teqez dikin ku milîsên dagirkeriya Tirkî bi xwe li pişt teqînan in. Armanca wan ji pêkanîna teqînan tevlîhevî û tirsê di nava şêniyên kurd de derxin ku pê re zextê li wan bikin da ku dest ji cih û warê xwe berdin û li şûna wan niştedagîtran bi cî bikin ku di encamê de guhertin demografîk bi temamî pêk were.