Koçberên Idlibî bi qelfan digihînin Efrînê ku darên wê dibin qurbaniya wan

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêma Efrîna dagirkirî, ragihand ku koçberên nû yên ji gundewarê Idlibê tên, li heraja di navbera Mehmûdiyê û Zîdiyê ya bajarê Efrînê bi cî dibin.

Niştedagîrên nû karê milîsên Îslamî berdewam dikin ku darên merxê yên daristana ku dikeve navbera taxa Mehmûdiyê û Zîdiyê ya bajarê Efrînê dikevin, dibirin û wiha dewam kir; ên ji Idlibê reviyane li nava daristanê kamp bi awayekî tewş ava kirine, daran bi zanabûn dibirin û weke êzing ji bo germkirinê bi kar tînin. Ji aliyekî din ve niştedagîr stûnên kehrebeyê yên textî li taxa Eşrefiyê dibirin û weke êzing ji bo germkirinê difiroşin.

Zêdegaviyên nû yên ku nû ji Idlibê reviyane, metirsiyên şêniyên Efrînê yên resen teqez dikin lê zêde ku meclisa navxweyî ya dagirkeriya Tirkî li hemberî van kiryaran bêdeng e.

Afrinpost di 11’ê Çileya borî de, têkildarî kiryarên dagirkeriyê yên rewakirina niştedagîriyê raporek pêşkêş kir. Di raporê de ev tişt hat parvekirin; di dema ku milîsên Îslamî şêniyên Efrînê yên resen ji malên wan derdixin û li şûna wan xelkên ku ji Idlibê û gundewarê Helebê yê rojava qelf bi qelf tên, bi cî dikin de, dagirkeriya Tirkî bi rêya meclisên xwe û bi hincetên pêşwazîkirina kesên ji şer direvin û mirovatiyê, helw dide ku niştedagîriyê li Efrînê rewa bikin.

Dagirkeriya Tirkî şerê li Idlibê ku bi kordîneya di navbera wê û Rûsiya de tê kirin, ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Xelkê Idlibê bi zora şer didin koçberkirin da ku li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bi cî bikin ku guhertina demografîk bi temamî pêk bînin.

Related posts