Li Cela xortekî kurd bi tawana xizmeta di asayîşê de cara duyemîn tê girtin

Afrinpost-Taybet

Dewriyeyeke hevbeş ji leşkerên dagirkeriya Tirkî û milîsên “şurta medeniyê” yên rêxistina Ixwan Mislimîn duh roja Înê xortekî kurd li gundê Cela yê navçeya Raco bi tawana tevlîbûna nava hêzên ewlehiyê(Asayîş) ya rêveberiya xweser bin cav kir.

Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Raco ragihand ku dewriyeyeke hevbeş bi ser gundê Cela de girtin û xortê kurd Mihemed Reşîd Hesen bin cav kir û birin navenda xwe ya li bajaroka Raco.

Mihemed Hesen bi hinceta ku lêpirsînê pê re derbarê tevlîbûna wî ya asayîşa rêveberiya xweser a berê bikin, girtin.

Nûçegihan diyar kir ku bincavkirina welatî bi hinceta ku derbasî dadgehên dagirkeriya Tirkî nebûye, pêk hat.

Beriya wê jî, ji aliyê milîsên dagirkeriyê ve hatibû girtin ku 3 mehan li zîndana gund mabû. Di zîndanê de rastî hemû cureyên îşkenceyê hat û bi pereyan hat berdan.

Dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn idîa dikin ku xortên kurd xizmeta leşkerî ya Hêzên Parastina Xweser di dema rêveberiya xweser de kiribûn û ji xwe re wek hincet dibînin da ku ciwanên kurd bigirin û li şûna berdana wan fîdyeyên malî bistînin.

Destpêka Çileya borî, di çarçoveya şantajkirina welatiyên kurd ku pereyan ji wan bistînin û asteng bikin û di encamê de wan bidin koçberkirin, milîsên şurte medeniyê 6 welatiyên kurd li gundekî gundewarê navçeya Bilbilê bi hinceta erka xweparastinê girtibûn.

Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Bilbilê wê demê diyar kir ku milîsên “şurta medeniyê”  di 7’ê Çileya borî de, welatiyên bi nav; Mehmûd Umer, Îbiş Zekeriya Reşo, Cemal Mihemed Dîno, Mêrvan Mihemed Dîno, Mihemed Mamo Şêxo û Mihemed Xilo Reşîd girtin û wiha dewam kir; milîsan welatiyên bi nav Mehmûd Umer, Mihemed Şêxo û Mihemed Reşîd piştî ku pere dan(100000 L.S) berdan û hêjî girtiyên din çarenûsa wan ne diyar e û wiha zêde kir; lawê welatî Mehmûd Umer(Ferhad) hêjî çarenûsa wî ne diyar e, ew di rojên destpêkê ya dagirkeriya Tirkî ve di nîvê Adara 2018’an de hat girtin.

Related posts