Dagirkeriya Tirkî ji nû ve welatiyekî kurd ku berê hatibû girtin, bin cav kir

Afrinpost-Taybet

Dewriyeyeke ji istixbarata dagirkeriya Tirkî û milîsên “şurta medeniyê” bi ser mala welatiyekî kurd de girtin û ew birin navenda xwe ya li navçeya Bilbilê.

Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Bilbilê teqez kir ku milîsên “şurta medeniyê”  pev endamên istixbarata Tirkî û hinek endamên jin, sibeha Şemiyê bi ser mala welatî Hisên Mihemed Hiso ji bûyînên 1982’an ji şêniyên gundê Kêla de girtin û ew birin navenda xwe ya li bajaroka Bilbilê.

Welatî Hisên zewicî ye û xwedî du zarokan e. Di nîva Nîsana 2018’an de ji aliyê milîsan ve hatibû girtin û 6 meh li zîndana Raî ku li gundewarê Ezazê dikeve û bi navekî xirab tê naskirin rastî hemû cureyên îşkenceyê hatibû.

Gundê Kêla piştî dagirkeriya Tirkî û piştî ku malbatên gund ên koçber vegeriyan malên xwe, rastî gelek hemleyên bincavkirinê hatin ku ji wan du ciwan bi navê Ehmed Dedo û Şêxo Bêrem hêjî çarenûsa wan ne diyar e.

 

Related posts