Afrinpost-Taybet
Artêşa dagirkeriya Tirkî topbarankirina herêmên Şehbayê yên tijî koçberên Efrînê di bin paşguhiya rêxistinên navdewletî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê de, berdewam dike.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li herêmên Şehbayê ragihand ku artêşa dagirkeriya Tirkî herêmên Til Medîq û bendava Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.
Duh bi êvarê dagirkeriyê gundên navçeya Şêrawa yên li gundewarê Efrînê yê rojhilat wek Merenaz, Şewarfe, kelha Şewarxe û Malikiyê topbaran kirin.
Beriya wê jî di 2’ê Kanûna borî de, dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yê Îslamî koçberên Efrînê li herêmên Şehbayê topbaran kir. Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku topbaran bi moşek û obîsan pêk hat ku yek li nuqteyeke nêzîkî Heyva Sor a Kurd ket û yeke din jî li şûştgeheke nêzîkî Kefer Nayak ket.
Heyva Sor a Kurd ragihand ku di encama wê topbaranê de, 10 kes di nava wan 8 zarok şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn.