Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” du ciwanên kurd revandin û malbatên wan jî ji malên wan derxistin

Afrinpost-Taybet

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn roja Yekşemê du ciwanên kurd li navenda herêma Efrînê piştî ku razî nebûn malên xwe bi kirê dibin wan, revandin.

Nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê teqez kir ku çekdarên “Ehrar El-Şerqiyê” ciwanên kurd Heysem Mamo û Ayhan Mamo ji şêniyên gundê Heyama yê navçeya Bilbilê ji malên wan ên li taxa Mehmûdiyê revandin û wiha dewam kir; piştî ku milîsan her du ciwan revandin, malbatên wan jî qewtandin û li şûna wan du malbatên niştedagîran ên gundewarê Idlibê bi cî kirin.

Afrinpost 9’ê Çileyê agahî bi dest xistin ku koma “Şuhada El-Bedir”  ên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê”  derdora 20 avahiyên niştecihiyê ku milîsan li herêma otostrada xerbî ya bajêr desteser kiribûn, ji bo ku bi kirê bidin koçberên Idlibê, amade kirin.

Milîs her şiqeyekê bi 15 hezar lîreyên Sûrî didin koçberên Idlibê û her avahiyek di navbera 8 heyanî 10 şiqe tê de hene.

Related posts