Afrinpost-Taybet
Kurê min ji ber ku em kurd in, alîkariyê nadin me û tenê li ser niştedagîran belav dikin. Bi vê gotinê pîrejineke kurdî rastiya ku dagirkeriya Tirkî li ser şêniyên Efrînê yên resen ferz kiriye, dide nîşandan.
Herêma Efrînê bi çandiniya xwe naskirî ye û tevî dorpêç û astengiyên ku milîsên Îslamî bi zanabûn derheqê şêniyên herêmê de çêdikirin, di salên Rêveberiya Xweser de şêniyên wê bi ked û pisporiya xwe karîn bi dehan ji kargeh û werşeyan di hemû hêlên pîşesaziyê de ava bikin. Lê belê îro ji ber dagirkeriya Tirkî û çeteyên wê ve, pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.
Pîrejina ku nexwest navê xwe bîne ziman wiha dewm kir; Kurê min! Kê bawer dikir ku rojekê, em ê neçarî alîkariyan bibin. Hemû kurên min û Efrînî bi giştî tevî dorpêçê xwedî kar û xebat bûn û pere bêhesab diketin nava destên wan.
Pîrejina Efrînî ya 60 salî dizane ku her tişt li Efrînê ji aliyê Enqereyê ve tê birêvebirin ji ber vê yekê dibêje; Mala Enqereyê bişewite. Ev gotineke kurdî kevnar e, çewsandin û komkujiyên dewleta Tirk derheqê gelê kurd bi tavahî û yên herî dawî li Efrîn bûn, nîşan dide.
Têkildarî heman mijarê, “Ebû Şiyar” ê Efrînî dibêje ji ber ku ew her roj rastî kiryarên xirab ên çekdarên dagirkeriya Tirkî û niştedagîran ve tên, êdî ew her tiştê ku li Efrînê diqewime, nikarin bînin ser ziman û wiha dewam dike; dema ku rêxistinek tê ku hemû jî girêdayî dezgehên istixbarata Tirkî ne, destpêkê ji sivîlan vê pirsê dikin, tu niştecih î lê koçber î? Kurdan bi navê niştecihên resen dilxweş dikin û pêwîstiya wan bi alîkariyê tune ne. Lê belê di rastiyê de di pişta wê gotinê de nîjadperestiya xwe derheqê kurdan vedişêrin.
Lê zêde me bi vî awayî ji alîkariyên mirovî yên rêxistinên mirovî bêpar dihêlin da ku di encamê de û ji ber rewşa jiyanî ya giran em ji cih û warê xwe koçber bibin.
Ebû Şiyarê Efrînî wiha axaftina xwe dewam dike; berî dagirkeriya Tirkî pêwîstiya me bi alîkariyê tune bû, min karê dirûtinê dikir lê belê dirûngeha min bi giştî talan bû, bêtirî 25 makîneyên dirûtinê hatin dizîn ji ber vê yekê karker jî neman kar dikin û hemû koçber bûn.
Ez careke din jî nikarim dirûngeha xwe vekim ji ber ku ez naxwazim çavan li ser xwe vekim, ma kî dizane, teqez e çekdar dê min birevînin û pereyan ji malbata min bixwazin. Bi hebûna çekdaran ez nikarim dirûngeheke din vekim û ji ber vê yekê rewşa min a madî û ya hemû Efrîniyan xirab e.
Ebû Şiyar teqez dike ku her tiştê ku li herêma Efrînê tê kirin bi plan û zanabûn tê kirin. Armanc jî koçberkirina kurdên li Efrînê mane ye û da ku dagirkeriya Tirkî vê siyaseta xwe bi serî bike, rê li pêşiya çekdaran vekiriye ku hemû sûcên dijmirovî, bê ceza û lêpirsîn bikin. Çekdar dizî, talanî, desteserkirin û revandin dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir; li ba wan ne rihm û ne jî wijdan heye û di bin navê olê de û bi hinceta ku em gawir in şerê me dikin, tiştê ku talan dikin ji xwe re rewa dibînin, rast e ku em nikarin hesab ji wan bixwazin lê xwedê mezin e û dê hesab ji wan bixwaze.