Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, bi armanca bidestxistina pereyan ji Efrîniyan, revandina sivîlan berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de, milîsên“ Firqeya El-Hemze” roja Sêşemê 28’ê Çileyê, xortekî kurdî li gundewarê Efrînê revandin.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Cindirêsê ragihand ku “ Firqeya El-Hemze” ku sermilîsê wê “ Ehmed Zekûr” e, ciwanê 30 salî Mihemed Osman li gundê Çûlaqa revand.
Ji ber ku ew xwediyê şirketa belavkirina înternetê ye, milîsan daxwaz ji wî kir ku beramberî serbestkirinê, salane 1500$ bide.
Nûçegihan diyar kir ku milîsan piştî ku Mihemed Osman di bin gefa çekê de razî bû baca salane bide, berdan. Beriya wê jî du caran hatibû girtin û her carê jî ji bo berdana xwe pere didan.
Milîsên Îslamî revandinê wek navgîneke bi destxistina pereyan dibînin.
Ew rêbazê hanê ji destpêka dagirkirina Efrînê ji sala 2018’an ve û ta niha dimeşînin û ji ber ku ew yek ji rêbazên koçberkirina kurdên li Efrînê mane û rê li pêşiya vegera koçberan bigirin, istixbarata Tirkî bi xwe li ser disekine.
.