5 roj in xortekî kurdî ji gundê Dîkê wenda ye

Afrinpost-Taybet

Piştî ku dewleta Tirkî herêma Efrînê dagir kir, bi rêya çekdarên xwe hewl dide ku şêniyên kurd û bi taybet ciwanan bi hincet û tuhmetên amade wek tevlîbûna nava QSD’ê û alîgiriya ji rêveberiya xweser birevîne û bincav bikin.

Ev siyaseta dagirkeriyê ji du salan ve bi armanca koçberkirina welatiyên kurd tê meşandin ku bi bêdengiyeke navdewletî ev siyaseta guhertina demografîk bi ser ketiye.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê ragihand ku welatiyê bi navê “ Mihemed Dawûd” ji bûyînên 1987’an ne, ji 5 rojan ve wenda bûye û heta niha malbata wî lêdigerin.

Mihemed Dawûd ji şêniyên gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê ye û li Efrînê rûniştî ye. Nûçegihan tercîh kir ku ji aliyê milîsên Îslamî ve bi armanca bidestxistina pereyan ji malbata wî hatiye revandin.

Girêdayî wê, ajansa Northpressê ragihand ku milîsên“Emin Siyasî” li gundê Dîkê bi hemleyeke bincavkirinê rabûn.

Çavkaniyên ajansê diyar kirin ku roja Duşema derbasbûyî 27’ê Çileyê bi ser gundê Dîkê de girtin û welatiyên bi nav; Meryem Samî, Elî Hemo, Ciwan Hemo, Selah Bîlal, Şaban Hemo, Zeredeşt Samî û Enes Bekir bin cav kirin û ta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Rêjeyeke mezin ji Efrîniyan ji Şehbayê vegerînin Efrînê da ku herêma xwe ji planên dagirkeriya Tirkî biparêzin û nasnameya herêmê bi rêya bicîkirina malbatên çeteyan wenda nebe. Lê belê hewlên Efrîniyên ku vegerîn û biryar dan ku tevî zor û zehmetiyên dagirkeriya Tirkî li ber xwe bidin, bi ser neketin.

Dagirkeriya Tirkî bi rêya çekdar û milîsên xwe hemû rê û rêbazên tundiyê derheqê sivîlên Efrînê de bi kar anîn ku bi vê yekê hem Efrîniyên vegerîne careke din bi darê zorê koçber kirin û hem jî rê li pêşiya vegera Efrîniyên li Şehbayê girtin.

Serokê dewleta Tirkî Erdogan di rojên destpêkê yên êrîşên dagirkirina Efrînê de, got ku rêjeya kurdan li Efrînê ji 35% û rêjeya Ereban jî 55% ye. Bi van gotinan xwest ji xwe re zemîna guhertina demografîk ava bike.

Related posts