Afrinpost
Duh roja Yekşemê, li Til Rifetê mayînek ji bermahiyên DAIŞ’ê bi koçberekî Efrînî de teqeiya.
Di encama teqîna mayînê de, welatiyê bi navê Reşîd Reşîd yê 67 salî birîndar bû û rasterast derbasî xala tenduristiyê ya Heyva Sor a kurdî kirin.
Di nava saleke û nîv de, bêtirî 199 koçberên Efrînê li Şehbayê, rastî bermahiyên DAIŞ’ê hatin, ji wan 41 sivîlan jiyana xwe ji dest da û yên din jî bi giranî birîndar û seqet bûn.
Herêmên Şehbayê demekê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dagirkirin. Çeteyên DAIŞ’ê li wan deveran hejmareke mezin ji mayînan çandibû.
Piştî ku ji aliyê YPG û YPJ’ê ve hatin rizgarkirin, hejmarek ji mayînan hatin pûçkirin û derxistin, lê belê herêmên Şehbayê bi giştî ji bermahiyên mayînên DAIŞ’ê paqij nebûn û di bin erdê de veşartî man.
Şêniyên Efrînê piştî ku bi darê zorê ji cih û warê xwe bûn, ji neçarî di malên rûxiyayî yên li Şehbayê de ku demekê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin, bi cî bûn. Ji ber vê yekê şêniyên Efrînê piştî koçberiyê, li Şehbayê rûbirû bi xeteriya mayînan re dimînin.