Bêtirî 600 darên zeytûnê yên nû li Efrînê ji aliyê milîsên dagirkeriyê ve hatin birîn

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî sûc û gunehan derheqê şînkahiya Efrîna dagirkirî de berdewam dikin.

Milîs darên zeytûnê bi armanca germkirin û firotinê qut dikin ku ne tenê bi vî awayî ziyanê digihînin daran her wiha xwediyên daran jî bi xizaniyê re rûbirû dihêlin da ku wan bi vî şêwazî bidin koçberkirin û li şûna wan niştedagîran bi cî bikin.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanên Afrinpostê yên li navenda Efrînê û navçeyên wê çavdêrî li milîsan kirin û ragihandin ku milîsên“Cebha El-Şamiyê” bi zordestî /350/ darên zeytûnê yên welatiyê kurd Farûq Necar birîn. Zeviyê welatiyê bi navê Farûq li herêma li dorhêla ava bi ser taxa Eşrefiyê ya ji aliyê rojhilat ve dikeve ku temenê daran digihêje 40 salan.

Her wiha koma yê bi navê“Ebû Şeqra” ya girêdayî milîsên “Sultan Mûrad” di destpêka Çileyê de, 50 darên zeytûnê yên zeviyê welatiyê Ereb Necim El-Necim ji şêniyên gundê Qeretepe ku li herêma li ser rêya Qurtqulaqê dikevin, birîn.

Têkildarî birîna darên zeytûnê, ofîsa ragihandinê ya partiya Yekîtî ya kurdî hejmarek ji rewşên birîna daran belge kirin.  Jê zeviyê welatiyê bi navê Tewfîq Xorşîd ji şêniyên gundê Kora ye. Milîsên Îslamî 75 darên wî yên zeytûnê ku zeviyê wî li rojavayê gundê Sindankê yê navçeya Cindirêsê dikeve û temenên wan digihêje 40 saliyê birîn.

Her wekî 73 darên zeytûnê yên welatiyekî kurd ji şêniyên gundê Aşka şerqî yên li ser rêya gundê Xalta ku temenê wan digihê 100 salî hatin birîn.

Li kêleka wê 57 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Hisên Mihemed Hac Ebdo li bajaroka Kefer Sefrê hatin birîn.

Ji destpêka dagirkeriya Tirkî ve, milîs birîna daran ji xwe re wekî karekî dibînin.

Nûçegihanê Afrinpostê yê li herêma Efrîna dagirkirî ragihandibû ku di 8’ê vê mehê de, milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” darên zeytûnê li zeviyekî ku li destpêka bajaroka Raco dikeve bi hinceta ku ew erd yê rêveberiya xweser e, qut dikin. Wê demê nûçegihan teqez kir ku milîsan heta niha 40 darên zeytûnê heta niha birîne. Di heman demê de, birîna daran bi rêk û pêk li zeviyê malbata “Berxane” yê ji pêkhateya Ereb ku ji gundê Bablît ê navçeya Cindirêsê ne û destnîşan kir ku di zeviyê wê malbatê de 400 dar heye.

Di 2’ê kanûna 2019’an de jî, milîsên “Firqeya El-Hemze” bi zordestî derdora 2000 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Hisên Hecî ji şêniyên gundê Elemdara yê girêdayî navçeya Raco ku li ser rêya Kefer şîlê ya naveda Efrînê dikevin, birîn.

Milîs êzingan dişînin navendên firotinê yên li herêma pira nû ya li nava bajarê Efrînê da ku li wir bifiroşin.

Di demeke ku mazût buha bûye de û pêwîstî bi êzingan heye, nirxê her toneke êzingên darên zeytûnê li Efrînê digihê 60 hezar lîreyên Sûrî.

Related posts